Li Amedê polîsan mudaxale li parlementer û welatîyan kir 2 parlementer birîndar bûn

Li Amedê polîsan mudaxale li parlementer û welatîyan kir 2 parlementer birîndar bûn

WAAR_Amed:

Parlementerên Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê xwestin li parqa Koşuyolu ye ya li Rezana navçeya Amedê li ser greven birçîbûnê kongreyeka rojnamewanî pêk bînin.

Polîs ji berîya wan hatin parqe û destur nedan tekevin nava parqe. Demê polîs û parlementer diaxivîn polîsan bi ava tund û gaza rindokrij mudaxale kirin. Di encama ave tund parlementera HDPê ya Amedê Remzîye Tosun li erde ket belê li erde jî av berdane û parlementere HDPê ye Amedê Musa Farîsoglu jî ji ruye xwe birîndar bû. Parlementera HDP Tosun ji alîye timên saxlemîye ve jibo dermankirine hat veguhastin nexweşxaneye û piştî ve polîsan dîsa bi tun mudaxaleya welatîyan kir. Çend kamerayên ragihandinen cuda cuda ji ave têk çûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday