Li Amedê ji bo geştiyara Rêbus

Li Amedê ji bo geştiyara Rêbus

WAAR_Amed:

Li Amedê ji aliyê şaredarîya bajarê mezin ve projeyeke ji bo geştiyara hat destpêkirin. Di vê çerçovê de 8 bas hatine amadekirin û ev bas him ji bo geştiyarên Amedê û him ji yên ji derve hatîn hatine amedekirin.
Hevşaredarê şaredarîya bajarê mezin Adnan Selçuk Mizraklî li ser vê projeyê ji çapemenîyê re axivî û got:

“Ev li hemu bajarên geştiyarî projeyeke serekeye. Me ji taybet ji bo amedê navek lêkir ew ji Rêbus. Bi van basa him di nav bajêr de cihên weke Surê him ji yên derdorê û herwiha ji bo navçeyan ji wê bas hebin. 8 bas di nav vê projê dene.”

Herwiha geşta ewil ya vê projeyê ji ber deriyê şaredarîyê destpêkir heta pira dehderî. Hevserokê HDPê Sezai Temellî û parlementerên HDPê yên Amedê di geşta ewil de cihgirtin.
Temellî taybet ji Waarê re behsa vê projeyê kir.

” Xebateke başe. Di nav gelek xebatatn de ev ji yêkê. Taybet revebirinên meyên herêmî bi van xebatan derdikeve holê. Bi van xebatan em him xizmetê dikîn him jî tekoşina me ya Demokrasîyê em dikin civakî. Ev ne tinê baseke, her gava tê avêtin giringe. Bi taybet li hemberî ruxandinê ev gav wê ji bo avakirinê başbe.”

Babetên bi vê mijarêve girêday