Li Amedê du otomobîl li hev ketin: 3 mirî, 6 birîndar

Li Amedê du otomobîl li hev ketin: 3 mirî, 6 birîndar

WAAR_Duhok:

Li Kocakoya navçeya Amedê du otomobîl li hev ketin û di encamê da 3 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyê, otomobîla ku navê ajokarê wê hê diyar nîne ya ku plaqeya wê 33 RA 274 e û otomobîla ku plaqeya wê 33 SP 982 ye û ji hember dihat, li ser rêya Diyarbekir-Bîngolê li tanga gundê Gokçenê li hev ketin.

Di qezayê da 3 kes mirin, 6 kes jî giran birîndar bûn.

Birîndar bi destê ekîbên 112 Servîsa Bilez ji bo nexweşxaneyên li Amedê hatin veguhastin.

Babetên bi vê mijarêve girêday