Li Amedê dîroka 2 hezar û 600 sal berê dê bê ronîkirin

Li Amedê dîroka 2 hezar û 600 sal berê dê bê ronîkirin

WAAR_Duhok:

Bi erêkirina Wezareta Çand û Turîzmê va li Diyarbekirê kolan û lêkolîna ser rûyê erdê dest pê kir da ku şop û berateyên 2 hezar û 600 sal berê bên ronîkirin.

Armanca vê lêkolîna li 13 navçeyên Diyarbekira ku paşila xwe ji 33 şaristaniyan ra vekiriye û herwiha bi sûrên xwe yên dîrokî û Baxçeyên Hewselê va ketiye nava Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cihanê UNESCOyê ew e ku şop, berate û wargehên serdema Roma Pers û Helenîstîk bên dîtin.

Bi xebata ku dê 10 salan bajo û herwiha bi destê ekîbeke wiha tê meşandin ku serokê wê, Endamê Hîndekariyê Dr. Aytaç Coşkun ê Serokê Beşa Arkeolojiyê yê Zanîngeha Dîcleyê ye û di navê da arkeolog, mîmar û restorator jî hene va dê li 13 navçeyan jîngehên berê bên tesbîtkirin. Herwiha di çarçoveya vê xebatê da lêkolîn bên kirin da ku cêrgeyên jiyana sosyal, çandî, eskerî û aborî yên serdemên navborî bên tesbîtkirin.

Berhem û berateyên çandî û dîrokî ên ku dê di encama vê xebatê da derkevin, dê bi pergala zanyariya coxrafî va ciyê wan bê diyarkirin û herwiha dê şopa van ciyan li ser nexşeyê bê danîn. Wate dê nexşeya cêrgeyên dîrokî û çandî yên herêmê bê derxistin.

– “Em van xebatan dikin da ku dîroka 2 hezar û 600 sal berê bê ronîkirin”

Endamê Hîndekariyê Dr. Aytaç Coşkun diyar kir ku di çarçoveya vê xebatê da ew ê li hemû taxên 13 navçeyên Amedê bigerin.

Coşkun got ku wan ji navçeya va Çinarê dest bi xebatê kir û herwiha wan li navçeyê ji 98 taxan xebatên xwe li 11 taxan kuta kirin.

Coşkun wiha qise kir, “Em van xebatan dikin da ku dîroka 2 hezar û 600 sal berê bê ronîkirin. Ev xebata ku li Diyarbekirê cara pêşîn e tê kirin, dê 10 salan biajo. Gava xebat kuta bibe, dê nexşeya cêrgeyên dîrokî û çandî yên herêmê bê derxistin.”

– Li 11 taxan gelek berateyên çandî hatin tesbîtkirin

Coşkun got ku di xebatên heta niha hatin kirin da li 11 taxan 4 jîngeh, 22 gorên lat, 12 xaniyên lat, 162 sarinc, qanalên avê, depo, aş û gelek berateyên mayîn ên çandî hatin tesbîtkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.