Li Agiriyê meha nîsanê berf barî

Li Agiriyê meha nîsanê berf barî

WAAR_Amed:

Li Agiriyê berfa ku meha nîsanê barî, kirasê spî kişand ser erdê.

Li bajêr baran û şilopeya ku ev 2 roj e dewam dike, li ciyên bilind vegerand berfê.

Welatî serê sibehê gava derketi derva, ligel ku nîvê meha nîsanê ye, bi manzaraya berfê ra rûbirû man.

Ji ber barîna baran û şilopeyê ajokaran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin. Welatiyan jî berfa li ser wesayîtan paqij kir.

Di daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê da hat destnîşankirin ku li deverên bilind berf ket.

– “Em di meha nîsanê da kêfa berfê dikin”

Welatî Îsa Adiguzel di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di nîvê meha nîsanê da ketina berfê, bû sedema metelmayîna însanan.

Adiguzel wiha xeberda, “Em û zarok em derketin derva gerê, lêbelê em rastî surprîza berfê hatin. Em di meha nîsanê da kêfa berfê dikin. Xweşiya vê derê jî ev e bi min. Jixwe zarok ji berfê zehf hez dikin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday