Komisyonê jivanê ragehandina encamên fermî yên Stenbolê dêyarkir

Komisyonê jivanê ragehandina encamên fermî yên Stenbolê dêyarkir

WAAR-Duhok:

Desteya blind ya helbjartinên Tirkiye yê  evro ragehand; encamên fermî yên helbjartinên şaredarîya Stenbolê, piştî tanan dê hên ragehandin.
Desteya helbjartinên Tirkiye yê  evro encamên nefermî yên helbjartinên duhî yên şaredarîya Stenbolê ragehandin û li gorî wê, Ekrem îmamoglu berbjarê partîya gel ya komarî CHPê serkeftîye.
Desteya helbjartinan diyarkirîye, di helbjartina evê carê da, 10 milyon û 560 hizar kesan mafê dengdanê hebû, ji sercemê wan, 8 milyon û 925 hizar kesan dengê xwe daye.
Herweha amajekir, ji sercemê kesên deng jî dayîn, 8 milyon û 746 hizar deng hatîne qebûl krin û 178 hizar hatîne betalkirin.
Li gorî encamên nefermî, berbijarê CHPê 4 milyon û 741 hizar deng birîne anku rêjeya 54%, hevrikê wî Bînalî Yîldirim berbijarê AKPê 3 milyon û 935 hzar bi rêjeya 44% ya dengan.

Babetên bi vê mijarêve girêday