Kombûna civata bilind a Referandomê bi serperiştiya Barzanî berdewame

Kombûna civata bilind a Referandomê bi serperiştiya Barzanî berdewame

WAAR_Duhok

Civata Bilind a Referandomê îro bi serperşitîya serokê Herêma Kurdistanê kombû û biryar ewe heykelê civatê û çendîn komîteyan ji bo brêvebirina karên Referandomê pêkbîne.
Erşed Şwanî peyamnêrê WAAR li Hewlêrê ragihand; Îro li sat 11ê  sibê civata bilind a Referandomê bi seroktîya Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê kombûye û wiha biryare çendîn komîteyan ji bo birêvebirina karên Referandomê bên pêkanîn, ji wan jî komîteyek ku dest bi gavên aştîya niştîmanî bike, herwisa komîteyek ku karê ragihandin û bangeşê ji bo Referandomê bike.
Herwisa komîteyek ji bo seredana welatên derdur û ‘Erebî dê bê pêkanîn û bernameyê seredanên bê ên komîta Ewropayê û Amerîkayê jî dê bê diyarkirin.
Her di kombûna îro de, dê heykelê civata bilind û komîteyan jî bê diyarkirin û her komîteyekê skirtêr û peyivdar û desteya wê dê bên diyarkirin.
Hişyar Sîweylî berpirsê peywendiyên derve ên Partî ji bo WAAR ragihand; Nûnerên her 16 hizbên biryar li ser Referandomê dayîn dê pişikdarî kombûna sibe bin û YNK jî bi rêya şandeka bilind ku ji Kusret Resûl ‘Elî, Mela Bextyar û Se’dî Ehmed Pîre pêkatîne dê pişikdarî kombûna civata bilinda Referandomê bibin, her yek ji komela Îslamî û Tevgera Goranê jî pişikdar nabin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.