Kolan kolan digere û zarokan ji bo eydê tiraş dike

Kolan kolan digere û zarokan ji bo eydê tiraş dike

WAAR_Duhok:

Li Sêwrega navçeya Rihayê berberekî xêrxwaz beriya Eyda Qurbanê kolan bi kolan digere û zarokan bêpere tiraş dike.

Serkan Elverîrê (33) ku li Taxa Camîkebîrê dikana wî ya berberiyê heye bi projeyên berpirsyariya civakî dilê zarokan xweş dike. Elverîr di çarçoveya projeya ku ev 2 sal in bi Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê ra didomîne li dibistanên gundan digere û porê zarokên ku qet neçûne berber diqusîne. Elverîr piştî ku dibistan tetîl bûn dest bi proyeke din kir.

Berber Serkan Elverîr beriya Eyda Qurbanê ji bo ku dilê zarokan xweş bike kursiya xwe da destekî li kolanên ku malbatên destteng ên Sêwregê lê dijîn digere.

Elverîr ji malbatên zarokên ku porên wan dirêj bûye destûrê distîne û carna bin siya darekê carna jî li kolanên teng wan li ser kursiya xwe dide rûniştin û her wekî ku li berber in porê wan diqusîne. Elverîr zarokê ku li ser kursiyê dirûnê tiraş dike û bi zarokên ku ji bo tiraşê li bendê ne ra jî sohbetê dike.

Serkan Elverîr daxuyaniyek da û got ku ev 2 sal in vê pîşeyê dike û biryar da ji bo ku dilê mirovan xweş bike projeyên berpirsyariya civakî bike.

Elverîr got dema zarok kêfxweş dikin nava çavê wan dikenin ewqas hestewar dibe ku nikare hestên xwe bîne ziman û wiha axivî:

“Ez ji zarokan, xwedîkirina wan û qusandina porê wan gelekî hez dikim, dixwazim bi wan ra eleqedar bibim. Ez çenteya melzeyên xwe didim destê xwe kolan bi kolan digerim û zarokên bêkes û yên porê wan dirêj bûye tiraş dikim. Ew dema tiraş dibin kêfxweş dibin. Ez jî ji wan bêtir kêfxweş dibim. Ez ji malbatên wan destûrê distînim paşê wan tiraş dikim. Ji ber karê ku dikim serbilind im û ez ê her dem vê karê bikim. Çiqasî ji karê xwe derfetê bibînim hefteyê rojek 2 rojan derdikevim kolanan.”

– “Ez pêşniyazî hempîşeyên xwe jî dikim”

Berber Serkan Elverîr diyar kir herkes li gor karê ku dike dikara projeyên berpirsyariya civakî yên cuda bike û got “Ez dixwazim ku hem pîşeyên min jî vê yekê bikin. Heke herkes ji aliyekî bigire dê gelekî xweş be. Ji ber ku zarokên sêwî û êtîm hene, yên ku rewşa wan xirab e hene. Heke em tiraşa wan bikin û dilê wan xweş bikin tu zirar nagihe me. Ez pêşniyazê hempîşeyên xwe jî dikim.”

Zarokan jî spasiya Serkan Elverîrê ku wan tiraş dike kirin û diyar kirin gelekî kêfxweş in.

Babetên bi vê mijarêve girêday