Kiliçdaroglu: Berpirsiyarîya me ya serekî ji niha pê va dest pê dike

Kiliçdaroglu: Berpirsiyarîya me ya serekî ji niha pê va dest pê dike

WAAR_Duhok:

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu: “Berpirsiyarîya me ya serekî ji niha pê va dest pê dike. Şaredarên me li cihên ku lê hatin hilbijartin êdî ne yên wê partiyê şaredarên wî bajarê ne.”

Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu biryara LBHyê ya der barê kesên ku bi BHQyê hatine îxrackirin da got: “Ez dixwazim ku bangî Lijneya Bilind a Hilbijartinê bikim. We destûr da ku ev bikevin hilbijartinan. Divê hûn mezbateyên wan bidin kesên ku hilbijartin qezenc kirin. Heke mezbate bên dayîn dê Tirkiye ji eybeke demokrasiyê xilas bibe.”

Kiliçdaroglu bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û wiha pê da çû: “Tirkiye divê vegere aboriya ku rojeva wî ya rastîn e. ‘Em dikarin ji vê qeyranê derkevin’ mijara sereke ya ku divê siyaset li serê bifikire divê ev be.”

Babetên bi vê mijarêve girêday