Kibaba cîgerê di remezanê da jî xwarineke berbiçav e

Kibaba cîgerê di remezanê da jî xwarineke berbiçav e

WAAR_Duhok:

Li Amedê kibaba cîgerê ya ku rojê sê danan tê xwarin di remezanê da jî tê tercihkirin.

Kibaba cîgerê ku li Herêma bakurê Kurdistanê ji tehmên girîng e li ser sifreya fitarê jî cî dibîne.

Di meha remezanê da jî kibaba cîgerê tê petîn û ser sifreya fitarê dixemilîne.

Alî Înceyê hosteyê kibaba cîgerê diyar kir ku 20 sal e vê kibabê çêdike.

Înce diyar kir ku kibaba cîgerê ji kezeba berxan tê çêkirin, li bajêr di taştê da jî tê xwarin.

Înce bal kişand ku cîger ji hêla hesin va çavkaniyeke baş e û wiha axivî: “Dibê cîger teze be. Ji bo ku vîtamîna di nav da winda nebe dibê zêde neyê hişkirin. Kibaba cîgerê ji Diyarbekirê tê xwarin. Welatî di şîv û paşîvê da tên cîgerê dixwin. Gelekî bi kêrî bedenê tê.”

Babetên bi vê mijarêve girêday