“Kesên fesadiyê têxin nav Kurd û Tirkan ew ê têk herin. Birayên me yên ji eslê xwe Kurd in dil û canê me ne.”

“Kesên fesadiyê têxin nav Kurd û Tirkan ew ê têk herin. Birayên me yên ji eslê xwe Kurd in dil û canê me ne.”

WAAR_Duhok:

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, “Tirkiyeyê S-400î bikire û bi cî bike. Kar temam bûye û mijar hatiye girtin. Dibê ji vê şûnda Amerîka bifikire. Kesên ku dibêjin em ê S-400î nedin dema roja wê bê ew ê bi mucîzeya Tirkan ra nasya xwe bidin hev û daxwaza min ew e ku bibînin bi îmkan, aqil û agahiyên xwe sîlah û teyareyên neteweyî çêbikin. Qabiliyet di me da heye.”

Devlet Bahçelî got ku hin kes dixwazin Tirkiyeyê di kunc da asê bihêlin û hebûna neteweyî dixin hedef.

Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî wiha pê da çû:

“Lihevnekirina S-400î ya bi Amerîkayê ra kur dibe û her diçe jî reng diguhere. Mixabin hiqûqa mitefîqiyê wisa hat texrîbkirin û îro hat vê asta xirabbûnê. Bi taybetî ya girîng ew e ku her kes vê bizanibe. Tirkiye welatekî serbixwe ye. Heke hin kes ji vê bikevin şikê yan cahil e yan jî hevkar e. Di kirîna sîlahan da biryar ya me ye û dilê me ji kê bixwaze em ji wan dikirin. Di vê mijarê da zimanê tundrew ê Amerîkayê ji rê derketiye. Tirkiye dewleta mêtingehê nîne.”

Bahçelî bal kişand ser nameya Shanahanê Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê û got, “Name ji serî hetanî binî bi qisûr e, merezî û bi meqsed e. Amerîka hewl dide ku ji ber S-400î Tirkiyeyê dorpêç bike, ev helwesta dostane û niyeta baş nîne. NATO organîzasyoneke kurewî ya baxçeyê Amerîkayê, pêlîstok û kulma wê ya hesin nîne ku ‘yekî hilde yê din derxe’. Heke wisa be dibê Tirkiye li ser endamtiya NATOyê û têkiliyên navneteweyî yên xwe demildest bifikire bi saziyên ku bi xwe ra girêdidin û dîl digrin ra diyaloga xwe bibire.

Quweta kesî nagihêjê Tirkiyeyê parçe bike û şerê biratiyê derxin, beqaya me ew ê were mihefezekirin. Kesên ku hewl didin fesadiyê têxin nav Kurd û Tirkan ew ê têk herin. Birayên me yên ji eslê xwe Kurd in dil û canê me ne.”

Babetên bi vê mijarêve girêday