Kerkûk: grubek terorîstên ser bi Daişê ve hatin girtin

Kerkûk: grubek terorîstên ser bi Daişê ve hatin girtin

Waar –Duhok:

Emîd Serhed Qadir rêveberê polîsên deverdarî û nawçedarîyên Kerkûkê girtina grubekî terorîst dinava Kerkûkê da ragîhand.

Di prês konfiransekê da Emîd Serhed Qadir aşkere kir; piştî komkirina zanyarîyan û wergirtina razîbûna dadwerî, grubekê terorîst yê 5 kesî ku hemû xelkê parêzgeha Dîyalane, dinava Kerkûkê da hatine girtin.

Got jî: ew grub ser bi Daişê veye û bi behaneya karkirinê hatine dinava Kerkûkê da û dest bi wergirtin û komvekirina zanyarîyan li ser bingehên hêzên pêşmerge kirine.

Li gorî wê vîdyoya polîsên Kerkûkê belav kirî ye, terorîst danpêdanê bi kiryarên xweyên di gel Daişê dikin û nîyaza hatina xwe ya Kerkûkê jî aşkere dikin, bêtirîya wan terorîstan li bereyên şerê dijî Daişê li Kerkûkê şer bo wê rêxistîya terorî kirîye.

Babetên bi vê mijarêve girêday