Kerkûk: di êrîşeka berfireh da pêşmerge 3 gundên din rizgar kirin

Kerkûk: di êrîşeka berfireh da pêşmerge 3 gundên din rizgar kirin

 

Waar –Duhok:

Hêzên pêşmerge êrîşeka berfireh ji pênc alîyan ve li başûrê Kerkûkê destpêkir û heta niha sê gund kontrol kirîne û di pêşveçûnên berdewam dane.

Jêderekî pêşmerge dîyar kir; îro, hêzên pêşmerge êrîşeka berfireha ji pênc alîyan ve, li başûrê Kekûkê bi arasteya herpênc gundên (Wehde, Seid, Xalid, Şemis û Cedîde) destpêkir û heta niha şîyayne hersê gundên (Wehde, Seidi û Xalid) kontrol bikin û di pêşrewîyê dane.

Dîyar jî kir; frokeyên hevpeymanan rolekî kara di êrîşa îro da heye û derbên giran bi Daişê ketîne û bi dehan term li dûv xwe da hêlane û bi tenê çend pêşmergeyek jî birînda rbûne.

Wî jêderî got jî: di çar rojên bihûrî da, pêşmerge 19 gund û 3 komelgeh û nawçedarîya Reşad kontrol kirîne û niha deverdarîya Hewêce û nawçeya Beşîr hatine dorpêçkirin û di nêzîk da dê bên rizgar kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday