Kerkûk.. 2 teqînan navenda bajarî hejand

Kerkûk.. 2 teqînan navenda bajarî hejand

WAAR_Duhok:

Du teqînan navenda bajarê Kerkûkê hejand û çendîn kes bûne qurbanî ku zaro û jin jî di nav de ne.

Şevêdî du teqînan navenda bajarê Kerkûkê hejand, teqîna yekê li nêzîkî Mizgefta Ebrar  çêbû û teqîna duyê  piştî çend xulekeke din li Cadeya Bexdayê li nêzîkî Mollê Aîletî  teqiya , 13 kes di wan teqînan de brîndar bûn, zaro û jin jî di nava da bûn û jinekê jî canê xwe jidest da.
Her şevêdî li Kerkûkê du gullehawn arasteyî baregehên bereya Turkmanî li taxa Musella hatin krin, lê jêderê wan nehat zanîn.

Piştî rûdanên 16ê Cotmeh a 2017an û radestkirina bajarê Kerkûkê ji bo Mîlîsên Heşda Şabî û Hêzên Iraqî, bi alîkariya çend berpirsek diyar, heta niha jî aramiya Kerkûkê û derdûra wê nehatiye parastin û tevgera çekdarên DAIŞê zêde kiriye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.