Kempîna Şaswarî li Brîtanyayê jî şikestin anî

WAAR_Duhok:

Di yekem bizava xwe ya dervey welatî de Şaswar ‘Ebdulwahd serkêşê bereyê dijatîya serxwebûna Kurdistanê şikestin aînî, piştî li korbendekê azadîya derbirînê li Lenden hatî paşvebirin.
Şaswar ‘Ebdulwahd serkêşê bereyê dijatîya serxwebûna Kuristanê di korbendê azadîya derbirînê da ku ji alîyê senterekê Kurdî li Lendena paytextê Birîtanya hatibû rêkxistin tûşî şikestinê bû, dema rê pê nehatî dan, bangeşê ji bo bereyê xwe bike.
Şaswar ‘Ebdulwahd, di simînarekê da li wî korbendî, daxwaza piştevanîya amadebûyan ji bo bereyê xwe kir, lê pişkdarên korbendî ku jimara wan şêst ta heftê kesan bûn, bi gotina peyva belê û dirûşmên piştevanîya Referrandomê, rê nedan şaswar simînara xwe pêşkêş bike.
Li demê destipêkirina pirsyaran jî, amadebûyan şaswar bi gendelyê sûçbar kir û daxwaz kirin ew jêderên xwe yên bi destkeftina Milyonan Dolaran eşkera bike û alozî di nava korbendî da çêbûn, polîs jî neçar bûn korbendî bidawî bînin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.