Kalin bi Şêwirmendê Ewlehiyê yê Neteweyî yê Amerîkayê Bolton ra axivî

Kalin bi Şêwirmendê Ewlehiyê yê Neteweyî yê Amerîkayê Bolton ra axivî

WAAR_Duhok:

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bi Şêwirmendê Ewlehiyê yê Neteweyî yê Amerîkayê ra bi telefonê axivî û pê ra têkiliyê dualî û geşedanên herêmî nirxandin.

Li gor daxuyaniya ji Berdevkiya Serokomariyê hat dayîn Îbrahîm Kalin bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton ra der barê mijarên li bakurê Sûriyeyê tesîskirina herêma ewledar, avakirina navenda herekatê ya mişterek û zêdekirina hecma bazirganiyê ya di navbera herdu welatan da bi telefonê axivîn.

Di axaftinê da hesasiyetên ewlehiyê yên Tirkiyeyê dan ber çav û hat diyarkirin mutebaqata ji bo ku li bakurê Sûriyeyê herêma ewledar bê avakirin hat çêkirin divê demek nêz da bê tetbîqkirin.

Herwiha hat behskirin ku bi tesîsa herêma ewledar ra korîdora terorê dê şûna xwe bihêle “korîdora aştiyê” û ji bo ku Sûriyeyiyên ji cihê xwe hatine kirin di nav ewlehiyê da vegerin welatê xwe şert û mercên guncav derkevin holê.

Hat destnîşankirin girîng e ku Navenda Herekatê ya Mişterek a biryar hatibû dayîn ku bi Amerîkayê ra di nav kordînasyonê da bê avakirin demildest bikeve fealiyetê, li ser mijarên Komîsyona Destûra Bingehîn a ku dê li Sûriyeyê bê avakirin û lezdayîna pêvajoya berwext a siyasî sekinîn.

Di axaftinê da hat destnîşankirin pêngavên ku dê ji bo zêdekirina hecma bazirganiyê ya dualî bên avêtin û ziyareta Wîlbur Rossê Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê ya di îlonê ya Tirkiyeyê girîng in û hûrgiliyên der barê ziyareta Tirkiyeyê ya tê plankirin ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bike jî hatin rojevê.

Babetên bi vê mijarêve girêday