Juventusê bi Mattîa Perînê golparêzê Genoayê ra ji bo 4 salan peyman îmze kir

Juventusê bi Mattîa Perînê golparêzê Genoayê ra ji bo 4 salan peyman îmze kir

Juventusa taxima Lîga Fitbolê ya Îtalyayê bi Mattîa Perînê golparêzê Genoayê ra ji bo 4 salan peyman îmze kir.

Di daxuyaniya kulubê da hat diyarkirin ku ji bo bonservîsa qeleparêzê 25 salî 12 milyon ewro dan Genoayê, heke şert û mercên di peymanê da werin pêkanîn ew ê 3 milyon ewroyî jî di ser da bidin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew ê berdêla bonservîsê di nav 3 salan da parçe paçe bidin, bi qeleparêz ra jî peyman ji bo 4 salan hat îmzekirin.

Bi vî awayî Juventusê piştî transfera Douglas Costayê gogbazê ji Brezîlyayê transfera duduyan jî kir. Mattîa Perîn 8 sal e bi pergal derdikeve pêşbirkên Genoayê û hetanî nika jî 2 caran derkete pêşbirka taxima neteweyî.

Gianluigi Buffonê ku 17 sal qeleparêziya Juventusê dikir û di nav qeleparêzên herî serkeftî yên dinyayê da tê jimartin di dawiya sezonê da ji taximê veqetiyabû.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.