Jinên gundan dest bi çêkirina penîrê çîçal kirin

Jinên gundan dest bi çêkirina penîrê çîçal kirin

WAAR_Duhok:

Penîrê çîçal ê ku zêdetir li Qers, Erzirom, Agirî, Erdexan û Îdirê bi şîrê çêlekan tê çêkirin û li herêma Rojhilatê Anadoluyê penêrekî navdar e, ji hêla jinan ve tê çêkirin.

Jin ji bo ku penêr çê bikin stîlên xwe dadan û dest bi xebatan kirin.

Şîrê ku rûnê wê jê tê girtin rojekî tê tirşkirin, paşê tê meyandin û di sîtilan de tê kelandin. Dema ku şîr baş dikele jin şîr li hev dikin û heta penêr têl têl bibe dewam dikin. Piştî ku çêkirina penêr diqede kewanî dixin eyaran ku kif bibe û bê xwarin.

Nuran Al a ku li gundê Karahamzayê dijî diyarkir ew serê sibê şîr didoşîn, şîr li makîneyê dixin, rûn jê digrin û 24 saetan didin sekinandin ku ew tirş bibe.

Alê anî ziman paşê ew hinek şîrê teze li ser vê şîrê tirşbûyî zêde dikin, şîr havên dikin û li ser agir dikelînin.

Alê got paşê ew ava şîr jê digrin û dixin cihekî din û wiha dewam kir: “Em penêr hasil dikin heta ku dibe çîçal. Paşê wê ji sîtilan derdixin li ser daran radixin. Me penêrê ewil ê demsalê çêkir. Penêrê me bitahm e, biqalîte ye. Lewra em baş û paqij çêdikin.”

Makbule Saraçerê jî got jin bi salene tên ba hev û alîkariya hevdu dikin û wiha axivî: “Em li tendurên ku bi sergîn û daran hatine vêxistin bi zehmetî penêrê çîçal çêdikin. Çîçal havîn û zivistanê li ser sifra me heye. Penêrê herî sirûştî û tenduristî ye. Li gund em jin tên cem hevdu û bi hev ra çêdikin. Em hinekî ji bo debara xwe difroşin û hinekî jî ji xwe ra vedişêrin.”

Serokê Odeya Ziraetê ya Sariqmîşê Nesîm Gok jî got çîçal di nav penêrên herêmê da penêrekî navdar û girîng e, her demsal tê xwarin.

Kîloya çîçal di navbera 10-13 lîreyan de tê firotan

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.