Ji Trump daxuyaniya Îdlibê

Ji Trump daxuyaniya Îdlibê

WAAR_Duhok:

Serokê Amerîkayê Donald Trump der heqê êrîşên li Îdlibê da got, “Ez dibihîzim Rûsya, Sûriye û qismen jî Îran li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê êrîşên tund kirine û bêyî ji hev cuda bikin, gelek sivîl qetil kirine. Dinya li vê qetlîamê temaşe dike. Armanc çi ye, ev yek dê ji bo we bi kêrî çi were? Bisekinin!”

Trump der heqê êrîşên Rûsya û rejimê ku li Îdlibê rojane bi dehan sivîl tên qetilkirin da ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.

Serokê Amerîkayê Trump di peyama xwe ya li ser Twitterê da wiha got, “Ez dibihîzim Rûsya, Sûriye û qismen jî Îran li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê êrîşên tund kirine û bêyî ji hev cuda bikin, gelek sivîl qetil kirine. Dinya li vê qetlîamê temaşe dike. Armanc çi ye, ev yek dê ji bo we bi kêrî çi were? Bisekinin!”

– Rewşa li “Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê”

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke “Herêma Kêmkirina Rageşiyê” îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku li Sûriyeyê meha çûyî bi destê artêşa rejima Beşar Esed û terorîstên biyanî ku Îran piştevanê wan e, 269 sivîl ku di navê da jin û zarok jî hene, hatin kuştin.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.

Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va nêzî 3 hefte berê li ser “Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê” êrîşên berfireh dan destpêkirin û qadeke dora 100 kîlomêtreqareyî bi dest xist. Mixalifên eskerî jî ji bo ku herêmên ketine destê hêzên rejimê ji destê wan derxe, car caran operasyonan dikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday