Ji Trump bo Erdogan: Tund nebe.. bêaqil nebe

Ji Trump bo Erdogan: Tund nebe.. bêaqil nebe

WAAR_Duhok:

Nameyeka serokê Amerîka bo serokkomarê Tirkîyê ya berî êrişa rojavayê Kurdistanê belav bû û têda daxwaza rêkkeftnekê jê dike.

Koçka Spî nameyeka Donald Trumpî bo Recep Teyib Erdogan belav kir ku li roja 9ê vê mehê bo hinartîye û têda daxwaza rêkkeftnekê jê dike.

Deqê nameya Trump ji Erdogan re:

Were rêkeftineke baş bikin. Tu naxwazî berpirsyarê kuştina bi hezaran kes bî û ez jî naxwazim berpirsyarê wêrankirina aboriya Tirkiyê bim û ezê bikim. Min bi ronî nimûneyeke biçûk ji wê wêraniyê di pirsa keşe Bronson de pêşan da.

Min bi cidî kar bo çareserkirina pirsgirêkên te kiriye. Nehêle pirs mezintir bibin.. Em dikarin rêkeftineke baş bikin. General Mezlûm amade ye danûstandinê bi te re bike, ew amade ye sazişan bike ku berê amade nedibû bikira. Ez bi nehênî çapekê ji nameya wî ji min re şandiye, ji te birê dikim.

Dîrok dê bi awayekî baş li te binêre heger tu wê yekê bi riyeke mirovadostî û rast bikî lê dîrok dê wek şeytan behsa te bike eger tiştên baş rû nedin. Tund nebe.. bêaqil nebe!

Ezê piştre pêwendiyê bi te re bikim.

Babetên bi vê mijarêve girêday