Ji Rûhanî ji bo Trump bersiva “hûn li pey mizakereyê nînin”

Ji Rûhanî ji bo Trump bersiva “hûn li pey mizakereyê nînin”

WAAR_Duhok:

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hem daxuyaniya mizakereyê dide hem jî di heman demê da Wezîrê Karên Derva Mihemed Cewad Zerîf dixe nav lîsteya mueyîdeyê û got ku “hûn li pey mizakereyê nînin.”

Rûhanî li paytext Tehranê bi birêvebirên tenduristiyê ra hat ba hev û wir axivî û der barê mueyîdeyên Amerîkayê da nirxandin kirin.

Rûhanî biryara mueyîdeyê ya dawî ya Amerîkayê rexne kir û wiha axivî: “Ji bo ku mirov karekî ehmeqane ya wekî ku serokê welatekî bixin nav lîsteya mueyîdeyê bike divê hişê mirov li serî nebe. Ev jî nîşan dide ku dijmin di rewşeke anormal da ye.”

Rûhanî bi bîr xist ku Wezîrê Karên Derva Zerîf bi Rex Tîllersonê ku di heyama Trump da Wezareta Karên Derva kir ra li New Yorkê hat ba hev û nirxandina “Hem dibêjin mizakere hem jî di heman demê da Wezîrê Karên Derva dixin nav lîsteya mueyîdeyê. Eşkere ye ku derewan dikin. Hûn li pey mizakereyê nînin. Hûn bixwe xwe dixin bin piyan û îlan dikin ku bêîtibar in.” kir.

Rûhanî da zanîn ji ber ku teahudên xwe yên di peymana nukleerê da kêm kirin Amerîkayî hêrs bûn û wiha axivî:

“Baş e lê hûn niha ji çi aciz dbin, çima ya ji bo me baş e ji bo we xirab e? nexwe bi standarta dualî kar nameşin. Qesra Spî bi astengeke zihnî ra rû bi rû maye. Xeyalşikestî bûne, lewra çi dikin bila bikin nagihêjin encamê. Wan hêvî dikir ku li Îranê di nav 2-3 mehan da kaos derkeve.”

– Pergala ku li ÎHAya Amerîkayê xist ji hêla Îranê va hatiye çêkirin

Rûhanî da zanîn ku ji hêla eskerî va tesbîtkirina ÎHAyan gelekî zehmet e û pergala ku li ÎHAya Amerîkayê xist bi destê Îranê va hatiye çêkirin û ev gotin: “Me bi pergala Îranê ÎHA tesbît kir û dîsa bi moşekên xwemalî lê xist. Amerîka piçek jî ji ber ku me ne bi mekanîzmayeke parastinê ya wekî S-300î bi pergaleke bi destê Îranê hatiye çêkirin li ÎHAyê xist hêrs bûye. Ez ji destê herkesê ku di Wezareta Parastinê da ev çêkirin û di Artêşa Mihafizên Şoreşê da ew emilandin maç dikim. Em bi sebr in û ji Amerîkayê natirsin. Sînorên me xeta sor e, dema bê îxlalkirin em mecbûr in ku biparêzin.”

– “Divê ewqas midaxaleyî jiyana mirovan neyê kirin”

Rûhanî ji televîzyona dewletê ya Îranê, rojname û çapemeniyê xwest ku hêviyê bidin gel û bal kişand ku kêfxweşî û jiyana mirovan ji bo wan girîng e û wiha axivî: “Divê ewqasî midaxaleyî jiyana mirovan neyê kirin. Em li gor qanûnan miamele bikin. Daxwaza me ya ji bo li her derê û her mijarê da midaxaleya jiyana mirovan rewşeke nebaş e.”

Babetên bi vê mijarêve girêday