Ji Rûhanî bo Amerîka û YEyê banga vegerin ser peymanê

Ji Rûhanî bo Amerîka û YEyê banga vegerin ser peymanê

WAAR_Duhok:

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bangî Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku vegerin ser peymanê û wadên xwe û got ku ev yek, rêya herî kurt e ku bigihîjin berjewendiyên xwe yên hevpar.

Rûhanî piştî civîna Lijneya Wezîran ku li paytext Tehranê hat kirin, axivî û li ser peymana nukleerê û astengkirinên Amerîkayê daxuyanî da.

Rûhanî bangî Amerîka û welatên YEyê kir ku vegerin ser peymanê û wadên xwe û wiha axivî, “Ez bangî Amerîka û welatên YEyê dikim: Vegerin ser peymanê û wadên xwe. Ji ber ku ev yek di berjewendiya me, we, herêm, qanûn, dezgehên navneteweyî û Peymana Astengkirina Belavbûna Çekên Nukleerê da ye. Ji bo pêkanîna berjewendiyên hevpar, rêya herî kurt, bicihanîna wadan e.”

Rûhanî îdia kir ku rêya Amerîkayiyan ne tu rê ye û herwiha welatên YEyê jî di mijara peymana nukleerê da gav navêjin ku ev yek xelet e û wiha dewam kir, “Gelek serokên dewletan ên ku min bi wan ra xeberda, dibêjin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump polîtîkayeke ku xîtabî raya giştî ya wan bixwe dike, dimeşîne û dibêjin lewma jî divê mirov guh nedê. Trump heger mirovekî ku dûrî rê û rêçikan be, ma sûcê me çi ye? Me peymanek îmze kiriye.”

Rûhanî wiha bangî Trumpê ku diyar kir ku ew bifikar e ku çeka nukleerê ya Îranê hebe, kir:

“Tu bi rastî jî ji ber çeka nukleerê bifikar î? Nexwe tu çima ji bo Îsraîla ku çekên nukleerê depo dike, tiştekî nabêjî, xwe ker dikî û bi wî ra dibî dost? Heger bi rastî jî di mijara çeka nukleerê da fikara te hebe, ma qey haya te pê tuneye ku serokê şoreşa Îranê (Xamineyî) çeka nukleerê heram kiriye?”

Babetên bi vê mijarêve girêday