Ji Malezyayê plana wesayîta ku dikare bifire

Ji Malezyayê plana wesayîta ku dikare bifire

WAAR_Duhok:

Wezîrê Miteşebis û Pêşketinê ya Malezyayê Ridvan Yûsif daxuyand modela wesayîta ku dikare bifire hatiye amadekirin û mînaka ewil wê îsal bê nasandin.

Ridvan got proje wê îsal biqede û wiha axivî: “Teknolojiyeke me ya ku dikare vê bike heye. Bi tenê divê em projeya xwe zûtir bikin rewacê.”

Ridvan anî ziman wesayîta difire wê bibe wesayîteke biewlehî, di îrtîfadaya kêm da bikare bifire û got Malezya di ada esmanî, çêkirina wesayîtên bêmirov û wesayîta xwemalî da xwedî hêz e, divê vê hêza xwe bi kar bîne.

Der barê bihayê çêkirina wesayîtê ya wek model tê amadekirin da jî Ridvan got bihayê wê milyonek ringgitiyê Malezyayê (245 hezar dolar) ye.

Li ser medyaya civakî gelek kesan ev proje rexne kir û welatiyan got ev ne mumkin e.

Babetên bi vê mijarêve girêday