Ji Îranê gefa vekişîna ji peymana nukleerê

Ji Îranê gefa vekişîna ji peymana nukleerê

WAAR_Duhok:

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf diyar kir ku heger di çarçoveya peymana nukleerê da pêwîstiyên ekonomîk ên welatê wî neyên bicihanîn dibe ku ew ji peymanê vekişin.

Zerîf ji Ajansa Nûçeyan a Meclisa Îranê ra axivî û wiha got, “Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û yên din ên ku li ser peymana nukleerê man, dizanin ku heger pêwîstiyên ekonomîk ên Îranê yên di çarçoveya peymanê da neynin cih, Îran dê li ser peymanê nemîne.”

Zerîf diyar kir ku ew nikarin welatekî peyda bikin ku Alava Armanca Taybet (Special Purpose Vehicle-SPV) ku wekî alaveke wiha hatiye duristkirin ku welatên YEyê bêyî ku têkevin ber astengkirinên Amerîkayê dê veguhastinên fînansî pê bikin, li wê derê were şixulandin û wiha axivî, “Welatên Ewropayê di mijara welatê ku dê malîvaniya SPVyê bike da tengasiyê dikişînin.”

Zerîf got ku heta niha, welatên ku ji wan ra hat pêşniyazkirin ku malîvaniya vê pergalê bikin, pêşniyaz qebûl nekirin. Zerîf herwiha bal kişand ku rêyên wan ên alternatîf hene ku berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêzin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.