Ji Chelseayê transfera rekor

Ji Chelseayê transfera rekor

WAAR_Duhok:

Tîma Îngiltereyê Chelseayê qeleparêzê Îspanî Kepa Arrîzabalaga yê ku qeleya tîma Athletîc Bîlbaoyê diparast, transef kir.

Li gor daxuyaniya Chelseayê klubê pereyê betalkirina peymana tîma Athletîc Bîlbaoyê ya ku bi Kepa Arrîzabalaga (23) re kiribû da û paşê bi wî re peymaneke 7 salan îmze kir.

Tîma Athletîc Bîlbaoyê peymana Arrîzabalaga heta dawiya heyama 2024-2025an dirêj kiribû, berdêla wî ya serbest mayînê jî wek 80 milyon ewro diyar kiribû.

Fitbolîst Alîsson Beckerê ku eslê xwe ji Brezilyayê ye û di tîma Lîverpoolê de dilîze 72 milyon ewro bonservîsê ve bi tîmê ra hatibû girêdan.

Arrîzabalaga jî ji ber ku peymana xwe fesix kir, bi 80 milyon ewro ve bû qeleparêzê Chelseayê. Bi vî awayî bihayê wî yê bonservîsê bû bihayê herî zêde.

Qeleparêz Arrîzabalaga carekê di Tîma Neteweyî ya Îspanayayê de lîst, 2 sezona dawî jî di tîma Athletîc Bîlbaoyê de fitbol dilîst.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.