Ji bo ku bibe şampiyon li kendalên Mûşê yên bilind dixebite

Ji bo ku bibe şampiyon li kendalên Mûşê yên bilind dixebite

WAAR_Duhok:

Mihrîban Onera werzişkara Mûşî di Şampiyoniya Beza Çiya ya Balkan a li Romanyayê hatibû kirin di kategoriya jinan ya ji 20 salî biçûktir da bibû yekemîn. Oner niha jî ji bo Şampiyoniya Beza Çiya ya Stêrk a Dinyayê ya ku wê li Îtalyayê were lidarxistin dixebite.

Mihrîban Oner li Melezgira navçeya Mûşê dijî, roj li stadê dibeze êvarê li hevrazên Daristana Ataturkê dibeze.

Mihrîban Onera werzişkar daxuyanî da û got ku daxwaza madalyaya zêr e û wiha axivî: “Ez her roj bi qasî 20 kîlometreyî dibezim. Ez dixwazim bibim şampiyonê dinyayê. Ji bo vê ez şev û roj li kendalên Mûşê yên bilind dixebitim. Ez ê di 24ê tebaxê da li Îtalyayê beşdarî Şampiyoniya Beza Çiya ya Stêrk a Dinyayê bim. Malbata min her dem alîkariya min dike. Ez spasiya wan dikim.”

Babetên bi vê mijarêve girêday