Ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya qeşa û cemedê

Ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya qeşa û cemedê

WAAR_Duhok:

Seqanasîyê ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê  hişyariya qeşa û cemedê da.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Seqanasîya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li Bakurê Kurdistanê hewa wê pir ewrayî be.

Li Bakurê Kurdistanê hişkî, cemed çêdibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be. Ji hêla rojhilatê va car caran ba wê rabe.

Germahiya hewayê ya herî kêm li Wanê di bin sifirê da 8 pile, li Mûşê 10, li Hekariyê 14 û li Bidlîsê jî 15 pile hat pîvan.

Germahiya herî zêde ya di nava rojê da wê li Wanê 3, di bin sifirê da li Hekarî û Bidlîsê 3 û li Mûşê jî wê 1 pile be.

Rayedaran hişyarî dan ku ji ber hişkî, cemed û mijê bila şofêr baldar û bi tevdîr bin.

Babetên bi vê mijarêve girêday