Ji ber virvirandina raketê 16 hezar û 500 dolar ceza xwar

Ji ber virvirandina raketê 16 hezar û 500 dolar ceza xwar

WAAR_Duhok:

Di pêşbirka tura ewil a Turnuvaya Servekirî ya Washingtonê da ji ber ku tenîsvanê Fransayî Benoit Paire sê raket şikênandin, 16 hezar û 500 dolar cezayê pere xwar.

Ji ber ku hêrsa wî hat û raket hildan û li erdê dan, Benoit Paireyê ku di rêza dinyayê ya mêran da di rêza 55em da ye, ceza xwar.

Tura ewil a turnuvayê li Washington DCya paytextê Amerîkayê hat lidarxistin û Paire bi Marcos Baghdatisê ku 91emînê dinyayê û ji Aliyê Rûm a Qibrîsê ye ra leyîst û 2-1 têk çû.

Paire piştî ku di seta fînalê da 5-2 li paş ma, hêrs bû, raket hilda li erdê da û kewkî kir. Paireyê 29 salî li ser bankê rûnişt û hêrsa wî li wir jî daneynî û li wê derê jî du raket şikênandin.

Yekîtiya Tenîsvanên Mêran ên Profesyonel li ser vê 16 hezar û 500 dolar ceza da Paire.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.