Ji ber ku bihayê fistiqan zêde bû peqlawe bi gûzan ve tên çêkirin

Ji ber ku bihayê fistiqan zêde bû peqlawe bi gûzan ve tên çêkirin

WAAR_Duhok:

Ji ber ku bihayê kîloya fistiqan bû 200 lire li Dîlokê peqlawe êdî bi gûzan ve tên çêkirin.

Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Komeleya Aşpêj û Peqlawevanan a Dîlokê Bahattîn Sokmen  got serê sezonê kîloya fistiqan 70-80 lire bû, lê niha bûye 200 lire, ji ber wê ew nikarin peqlaweyên bifistiq bifroşin.

Hosteyê peqlaweyan ê 25 salan Ahmet Mengîç jî got bihayê fistiqan di nav meh û nîvekê de gelek zêde bûye û wiha axivî: “Bihayê fistiqan her ku diçe zêde dibe. Em niha bi 200 lireyî dikirin. Em bajarê gastronomiyê ne. Bajarê me bajarê fistiqan e, lê em tengasiyê dikşînin. Em mecbur in rêyên din bibînin. Fistiq di destê kesên stokan dikin de ye. Divê mudaxaleyî vê rewşê bê kirin. Em rûyê muşteriyan dinêrin ên tên hemberî hev.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.