Ji Amerîkayê dijî Îranê gefxwarina eşkere

Ji Amerîkayê dijî Îranê gefxwarina eşkere

WAAR_Duhok:

Serokê Amerîkayê Donald Trump seba rêveberiya Îranê ku salvegera xwe ya 40emîn pîroz dike wiha got, “Gendelî, zext û terora 40 salî. Rejima li Îranê bi tenê neserkeftineke 40 salî derxist holê. Gelê Îranê siberojeke ronaktir heq dike.”

Trump di peyama li ser hesabê xwe yê Twitterê da li dijî Îranê nirxandineke tund anî ziman.

Serokê Amerîkayê Trump di parvekirina xwe da seba rêveberiya Îranê wiha got, “Gendelî, zext û terora 40 salî. Rejima li Îranê bi tenê neserkeftineke 40 salî derxist holê. Gelê Îranê siberojeke ronaktir heq dike.”

– Ji Bolton gefxwarina eşkere

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî John Bolton jî di vîdeo peyama xwe ya ku li ser hesabê Qesra Spî yê Twitterê hat parvekirin da eşkere gef li rêveberiya Îranê xwar.

Bolton îdia kir ku Îran xelqê xwe bixwe û welatên herêmê “terorîze” dike û wiha got, “Îran ji bo ku hemû însanên li her derê kureyê çavtirsandî bike, hê jî li pey bidestxistina çekên nukleerê ye.”

Di vîdeoya ku qedera deqeyekê dirêj e da Bolton îdia kir ku Îran li Sûriye, Iraq, Yemen û Rojhilata Navîn hê jî wê yekê didomîne û “fînansoriya sereke ya terorîzma navneteweyî” dike. Bolton herwiha got ku daxuyaniyên Tehranê nayên qebûlkirin.

Bolton herwisa wiha got, “Dibe ku ya herî xirab, gelê Îranê zehmetiyeke mezin dikişîne, rêjeya betaliyê di asta rekorê da ye, enflasyon di asta herî jor a hemû wextan da ye û pereyê xumalî yê Îranê gelekî ji qîmetê ketiye. Ez ne bawer im ku êdî gelek salvegerên ku hûn ê pîroz bikin mabin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday