Îspanya: Ronaldo rojeva çapemeniyê ye

Îspanya: Ronaldo rojeva çapemeniyê ye

WAAR_Duhok:

Çapemeniya Spanyayê cihekî berfireh da transfera Cristiano Ronaldo ku derbasî Juventus a tîma Îtalyayê bû.

Ji rojnameyên sporê Marca yê çûna Ronaldo bi sernava “Hevkêşeyê wî wê tunebe” da. Rojnameyê di nûçeya xwe de 451 golên ku Ronaldo avêtibû bibîr xist û nîşaneyên wan tîmên ku jê gol xwarine di rûpelê de bi cih kir. Di nûçeyê da wiha hat gotin: “Cristiano Ronaldo êdî gogbazê Real Madrîdê nîne û bi bihaya 112 milyon ewroyî derbasî Juventusê bû.”

Di nûçeyê da hat gotin ku Real Madrîdê berê ji bo serbest mayîna wî milyarek dolar wek sînor danîbû û di vî reqamî da kêmkirin jî tê wê meneyê ku Ronaldo êdî di wê tîmê da nedihat xwestin.

Rojnameya sporê AS, rojnameya El Pais û El Mundoyê jî di nûçeyên xwe da bal kişandin ser transferkirina Ronaldo û ragihandin ku ji xwe wî dixwest vê havînê ji Real Madrîdê biçe û ew gihîşt mirazê xwe. Di nûçeyan da hat gotin ku kîjan tîm zêde qedr û qiymetê bidê Ronaldo dibe gokbazê wê tîmê.

Kirina wî ya ji hêla Juventûsê jî bi vî awayî hat nirxandin.

Hat gotin ku mehaneya Ronaldo ya li Real Madrîdê 23 milyon ewro bû û rêveberiyê nedixwest ku vê mehaneyê zêde bike lê li Juventusê mehane wê 30 milyon ewro be.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.