Îşev Real Medrid û Barcelona tên pêşberî hev

Îşev Real Medrid û Barcelona tên pêşberî hev

WAAR_Duhok:

Îşev li yarîgeha Camp Nu li bajarê Barcelonayê herdu tîmên Real Medrîd û Barcelona di yekem Clasico ya vî werzî de û yekem yarîya nîva fînala Kupa Şahê Îspanyayê tên pêşberî hev.

Yarîya Clasico yê li siat 23:00 bi demam başurê Kurdistanê tê listin û herdu tîman amadekarîyên xwe yên temam jibo yarîya îşev encam dane,

Navê stêrika Barcelona yê û kaptinê tîmê Messi dinava lîsta yarîkerên îşev de heye ku berîya çend rojan rasterastî hingavtinê bibû.

Herwiha yarîkerê Real Medridê Daniel Carvajal dê pişikdarî yarîya îşev bibe.

Dîroka rû bi rûbûna herdu tîman

Di kupa şahê Îspanyayê de Real Medrid û Barcelona 33 caran hatîne pêşberî hev û tîma Barcelona yê 14 caran serkeftin bidest xistîye û Real Medridê 12 caran û 7caran jî wehev bûne.

Ji alîyê golan Real Medrîdê 64 gol hene û Barcelona 63 gol.

Di pêşbirkîya Kupa Şahê Îspanyayê de yarîkerê berîya niha yê Real Medridê Santiago Bernabéu bi 8 golan dibe golkarê dirokî yê Clasicoyê.

Golkarê dîrokî yê Clasico yê bi giştî Messi ye bi 26 golan.

 

 

Babetên bi vê mijarêve girêday