Îro Serokê Herêma Kurdistanê dê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike

Îro Serokê Herêma Kurdistanê dê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike

WAAR_Duhok:

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dê îro Çarşemî 12ê Hezîranê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar bike.”

Li gor yasayê, serokwezîr piştî ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve tê erkdarkirin, 30 rojan derfeta wî heye ku kabîneya hikûmeta xwe pêk bîne.

Heya niha çend civîn li gel aliyan hatine kirin û postên wezaretan jî di navbera aliyên beşdar di hikûmetê de hatine parvekirin, lewma tê çaverêkirin, piştî erkdarkirin, Mesûr Barzanî berî dema diyarkirî û di demeke kêmtir ji 30 rojan de hikûmetê pêk bîne.”

Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê bi fermî Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê weke berbijêrê xwe destnîşan kiribû.

Rojek piştî merasima sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê, di civîna Parlamentoya Kurdistanê de ji 97 parlamenterên amade, Mesrûr Barzanî bi dengê 87 parlamenteran weke serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate destnîşankirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday