Îro serok komar dê qanuna budçeya giştî îmza bike

Îro serok komar dê qanuna budçeya giştî îmza bike

 

Waar –Duhok:

Biryare îro, serok komarê Îraqê, qanûna budçeya giştî îmza bike û sibê bighêje civata wezîran daku bê pesend kirin.

Dadwer Serhan Slêvaneyî, endamê lijneya darayî ya civata nûneran dî yarkir; ji ber şaşîyên çapê û têkelbûna hijmaran, qanûna budçeya giştî zû negihişte serokatîya komar, lê niha qanûna budçeya giştî hatîye amade kirin û çaverêye îro serokomar îmza bike.

Da zanîn jî: piştî îmzakirinê, budçe bo civata wezîran dê bê hinartin daku pesend bikin, bi bawera wî endamê civatê, budçe bê danustandin û rastvekirin, dê ji civata wezîran derbazbe, ji ber ku bi rêkeftina hemû alîyan hatîye amadekirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday