Îro Kûpaya Cîhanî destpê dike

Îro Kûpaya Cîhanî destpê dike

WAAR_Duhok:

Çend demjimêrên din Mondiyala 2018ê li Rûsya destpê dike û Rûsya û Erebistana Siûdî dê yekem lîstika vê kûpaya cîhanî encam bidin.

Îro Pênçemî 14ê Hezîranê, demjimêr 6ê êvarê bi dema Başûrê Kurdistanê Kûpaya Cîhanî ya 2018an a Rûsya destpê dike.

Lîstika yekem a Kûpaya Cîhanî ya 2018 jî di navbera Rûsya û Siûdiyê de ye. Ev yarî dê li stadyuma Lojnîk li Moskow a paytexta Rûsyayê birêve biçe.

Herdu tîman amadekariyên xwe bidawî anîe û ji bo destpêkirina mondialê amadene.

Berî lîstikê dê ahenga destpêkirina Kûpaya Cîhanî 21mîn bi beşdarbûna 20 serokdewlet û kesatiyên navdarên cîhanê birêve biçe.

Ahenga destpêkirina kûpaya cîhanî ya 2018 di demjimêr 17:30 dest pê  dike û heta nîv demjimêrî berdewam dibe.

Li gorî peyamnêrê Rûdawê yê li Moskowê, biryar e şandeke Herêma Kurdistanê jî di ahenga vekirina kûpaya cîhanî de amade bibe, lê belê nehatiye zanîn, ku ew şand ji çi kesan pêk tê.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.