Îro berf wê li navenda parêzgeha Duhokê bibare

Îro berf wê li navenda parêzgeha Duhokê bibare

 

Waar-Duhok:

Rêveberîya seqanasîya herêmê ragîhand; pêşbînî tê kirin, îro pêleka berfê parêzgehên herêmê vegire û li navenda parêzgeha Duhokê jî bibare.

Di ragîhandinekê da, rêveberîya seqanasî û erdhejên herêmê, pêşbînîyên xwe bo îro roja Çarşembê, belav kirin û li gorî ragîhandinê, îro pêleka berfê dê parêzgehên herêmê vegire û berf li deverên çîyayî yên parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê dê bibare, lê li parêzgeha Duhokê, ji bilî deverên çîyayî, berf dê li navenda parêzgehê jî bibare.

Da zanîn jî: li navenda parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê, dê baran bibare û pleyên germê jî bi rengekê berçav wê dakevin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.