Îro 7emîn Filmefestîvala Duhokê ya nêvdewletî destpê dike

Îro 7emîn Filmefestîvala Duhokê ya nêvdewletî destpê dike

WAAR_Duhok:

Îro 7emîn filmefestîvala Duhokê ya nêvdewletî destpê dike û bo dema 8 rojan çalakîyên wê berdewam dibin.
Îro li siat 5ê êvarê li Hola Kongreyan filmefestîvala Duhokê ya nêvdewletî  destpê dike ku 112 film ji 75 welatên cîhanê têda pişikdarin û çalakîyên festîvalê dê ta 16ê vê mehê berdewam bibin.
Rêwresmên yekemîn roja festîvalê dê bi vekirina festîvalê û pêşkêşkirina gotaran be, her îro li siat 7:30 dê yekem film bi navê, CAMION yê derhêner Kambozia Partovi bê nîşandan.
Tê zanîn 9ê îlonê salroja wexerkirina Yılmaz Gûney babê sînemaya kurdî ye û ji ber wê yekê li her sal li wê rojê Duhok filmefestîvala xwe ya nêvdewletî saz dike.

Babetên bi vê mijarêve girêday