Iraq dixwaze S-400an bistîne

Iraq dixwaze S-400an bistîne

WAAR_Duhok:

Balyozê Moskovayê yê Iraqê Aydar Mansur Hadî eşkere kir hikûmeta Iraqê biryar da ku ji Rûsyayê pergala parastina asîmanî ya S-400î bistîne.

Hadî di civîna çapemeniyê ya li paytext Moskovayê hat lidarxistin da got dixwazin ku veberhênanên şirketên Ûris ên ji bo Iraqê zêde bibin.

Hadî qal kir ku bi şirketên Ûris ra bi taybetî di sektora neft û xaza siruştî da hevkariyeke serkeftî tê kirin û wiha axivî: “Li Iraqê veberhênanên Lukoîl, Başneft, Rosneft û Gazpromê hene. Veberhênanên Lukoîlê yên li Iraqê ji 9 milyon dolarî zêdetir e. Daxwaz heye ku ev veberhênan derkevin 30 milyon dolarî.”

Hadî qala hevdîtinên der barê kirîna S-400an da ya di navbera Iraq û Rûsyayê da kir û got ku “Hikûmeta Iraqê biryara xwe da. Dixwazin ku S-400an bikirin lêbelê di vê mijarê da hê jî nexşerêyek tune.”

Hadî li ser pirsa gelo mimkûn e ku Amerîka nehêle Iraq S-400an bikire yan na got ku “Di vê mijarê de rêyên dîplomatîk vekirîne.”

Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê yê Konseya Federasyona Rûsyayê Vîktor Bondarev di daxuyaniya xwe ya demek berê niha da gotibû ku Iraq yek ji wan welatên potansiyel e ku dibe S-400an bikire.

Babetên bi vê mijarêve girêday