Îraq: dê bihayê petrolê di bûtçeya 2015 ê da 80 dolar bin

Îraq: dê bihayê petrolê di bûtçeya 2015 ê da 80 dolar bin

Capture137-1024x557

Waar –Duhok:

Endamekê lijna darayîya civata nûneran ragehand; di projeya budçeya 2015 da, bihayê bermîla petrolê bi kêmtirî 100 dolaran hatîye destnîşan kirin. Cemal Cukir, endamê lijna darayîya civata nûneran, pêşbînî kirîye, ku berhevkirina proje budçeya sala bê, pişt bestinê li ser bihayên niha yên petrolê bike. Zêdetir got: bihayê niha yê petrolê 80 dolarin, loma di budçeya sala bê da, bihayê bermîlê dê dinavbera 80 heta 85 dolaran da bê danan. Hejî gotinê ye, welatên mezin yên berhemên petrolê, pêşbînî kirine di sala bê da ,bihayên petrolê bo 60 dolaran jî bê xwarê.

Babetên bi vê mijarêve girêday