Iraq: Armanca Ebdulmehdî hikûmeta “serbixwe û teknokrat” e

Iraq: Armanca Ebdulmehdî hikûmeta “serbixwe û teknokrat” e

WAAR_Duhok:

Li Iraqê Adil Ebdulmehdiyê ku ji bo avakirina hikûmetê hat wezîfedarkirin, dixwaze ji navên “serbixwe û teknokrat” kabîneyê ava bike, lê piraniya komên siyasî yên meclisê erênî lê nanihêrin.

Li gor agahiya ku ji kesên nêzî Ebdulmehdî hat hildan, Ebdulmehdî berevajî heyamên borî şûna namzedên ku mensûbê partiyên siyasî ne, dixwaze ji derva navên “serbixwe û teknokrat” kabîneyê çêke û li ser vê projeyê dixebite.

Lê çavkaniyên herêmî dibêjin dibe ku Ebdulmehdî ji bo vê armanca xwe tengasiyê bikşîne. Tê gotin ku komên siyasî ji bo ku di hikûmetê da cih bigrin ji niha va zextê didin ser Ebdulmehdî.

Ji bilî Muqteda es-Sedrê ku di hilbijartinê da bû yekemîn, heta niha tu partiyeke siyasî ji bo hikûmeta teknokrat piştgirî nedaye Ebdulmehdî. Sedr diyar kir ku ew ê ji bo wezaretan tu navên namzed nedin Ebdulmehdî û ji wî ra bihêlin bê ka kê hildibijêre.

Tê îdiakirin ku Elî es-Sîstaniyê pêşengê şîeyên Necefê jî ji bo ku bernameya xwe ya hikûmetê ava bike, xizmeta qamûyê bike û hesab ji kesên tevî gendeliyê bûne bipirse, sal û nîvek dem daye Adil Ebdulmehdî. Tê gotin heke ku Ebdulmehdî di nav vê maweyê da serkeftî nebe, Sîstanî wê êdî piştgiriyê nede wî.

– Li ser înternetê serlêdana wezîrtiyê

Ebdulmehdiyê ku ji aliyê Serokomar Berhem Salih va seba avakirina hikûmetê hat wezîfedarkirin, ji bo kabîneyeke serbixwe û teknokrat rêbazeke nû dît û daxuyand ku namzedên wezîrtiyê dikarin li ser înternetê serlêdanê bikin. Ji bo vê jî li ser malpera înternetê ya serokwezîriyê forma serlêdanê hat parvekirin.

Ebdulmehdî ji bo rexneyan got ku seba serkeftina hikûmetê piştgiriya komên siyasî jî girîng e, lê piştgiriya herî girîng divê ji gel were dayîn.

Ebdulmehdî ji hezaran welatiyên ku serlêdan kirin ra spas kir û got ku di nav namzedan da nirxandineke berfireh wê were kirin.

– Helwesta komên siyasî

Her çend ya li ber dilê Ebdulmehdî hikûmeta teknokrat be jî fikra komên siyasî yên meclisê di vê mijarê da ne yek e.

Hat gotin ku komên Heşda Şebî û Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya Nûrî el-Malîkiyê Serokwezîrê berê û “Koalîsyona Bînayê” ku ji Eniya Eksena Sunnî pêk tê, ji bo kabîneyê navê namzedên xwe pêşkêşî Ebdulmehdî kirin.

Parlamenterê Koalîsyona Bînayê Saad Hazelî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, “Em piştgiriyê didin Ebdulmehdî ku kabîneya xwe li gor parastina berjewendiyên welêt ava bike. Hemû komên siyasî wê ji bo wezaretan navên namzedên xwe radestî Ebdulmehdî bikin. Me jî navê namzedên xwe pêşkêş kirin û me azadiya neqandinê jê ra hişt.”

Hazelî xwest ku di belavkirina wezaretan da hejmara wezîrê her bajarî wek hev be û got ku divê ji bajarê wî yê Diwaniyeyê wezîrek di kabîneyê da cih bigre.

Hesen Fedamê Parlamenterê “Koalîsyona Reform û Îmarê” ku Saîrûna Muqteda es-Sedr, Nesra Serokwezîr Heyder El Îbadî û Koalîsyona Hîkmetê ya Neteweyî ya Emmar el-Hekîm di nav da ne, jî îdia kir ku partiyên siyasî ji bo ku di hikûmetê da cih bigrin, zextê nadin ser Ebdulmehdî.

Fedam wiha axivî, “Siyasî an jî serbixwe, lê em dixwazin ku hikûmeteke teknokrat were avakirin. Divê ev hikûmet guh bide daxwazên gel û esasên ku meqamê dînî anîn ziman bike bingeh.”

Fedem diyar kir, girîng e ku di hikûmetê da dengeya şîe, sunnî û Kurdan were raçavkirin.

Ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) parlamenter Meyade Necarê jî got ku ew dixwazin di hikûmetê da cih bigrin û wiha dewam kir, “Ji bo kabîneyê em ê di demeke nêz da navên namzedên xwe yên partiyê pêşkêşî Ebdulmehdî bikin.”

Parlamenterê Sunnî Mesûd Merîd jî got ku komên siyasî yên li meclisê lîsteyên xwe yên namzediyê pêşkêşî Ebdulmehdî kirin.

Berham Salihê Serokomarê nû yê Iraqê di 2yê cotmehê da ji bo avakirina hikûmetê Adil Ebdulmehdiyê siyasetmedarê serbixwe wezîfedar kiribû.

Ebdulmehdiyê ku Îran û Amerîka piştgiriyê didê ji bo ku hikûmetê ava bike, li gor makezagonê 30 roj dema wî heye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.