Îraq: 36 hezar kes dixwazin bibin wezîr

Îraq: 36 hezar kes dixwazin bibin wezîr

WAAR_Duhok:

Ofîsa Adil Ebdulmehdî bi daxuyaniyekê ragihand ku di yekem roja vekirina deriyê xweberbijêrkirina ji bo postên wezaretan de, kesên ku navê xwe tomar kirine gihiştiye 36 hezar û 6 kesan, kesên ku proseya xweberbijêrkirinê temam kirine jî, 9 hezar û 317 kes in.

Li gor amaran, hejmara kesên serbixwe %97 pêk tîne, rêjeya jinan %15 û kesên xwedî bawernameyên bilind %23 ye.

Herwiha li gor zanyariyan, ji Hewlêrê 185, ji Silêmaniyê 156, ji Duhokê 96, ji Helebceyê 11 û ji Kerkûkê jî 419 kes daxwaza xwe ji bo kursiyên wezaretên Iraqê pêşkêş kirine.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday