Îranê moşekeke nû têst kir

Îranê moşekeke nû têst kir

WAAR_Duhok:

Supay Pasdaran a Îranê daxuyaniyek da û gotin wan mûşekeke nû bi serkeftî têst kir.

Li gor nûçeyê Tesnîma ajansa nûçeyan ya nîvfermî ya Îranê Fermandarê Supay Pasdarên Îranê Huseyîn Selamî duh li bajarê Meşhedê daxuyanî da û got ku wan duh moşekeke nû bi serkeftî têst kirîye.

Selamî got ku ewê têst kirina sîstemên xwe yên leşkerî û parastinê bidomînin û wiha axivî: “Em ê van hemleyên xwe yên ji bo zêdekirina hêza artêşa xwe bidomînin. Ev têst kirin jî di vê çarçoveyê da hat kirin. Duh ji bo miletê me rojeke serkeftî bû.”

Li gor nûçeya CNNê ya ku ji rayedarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hildabûn, Îran wê heta hefteyekê wê moşekeke nû biceribîne.

Li gor biryara Konsêya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi hejmara 2231ê ya ku 20ê tîrmehê di sala 2015an hatibû qebûlkirin, çêkirina fûzeyên ku serên balistîk li ser in qedexe ye.

Babetên bi vê mijarêve girêday