Îranê bersiva daxuyanîya Erdogan da

Îranê bersiva daxuyanîya Erdogan da

Waar–Duhok:
Wezareta derve ya Îranê bersiva daxuyanîya Receb Tayib Erdogan, serokê Tirkîyê ya dijî Îranê da.
Receb Teyib Erdogan, serokê Tirkîyê di kombûneka xwe da li Behreyn, Îran bi nexwecîhkirinê li rojhilata navîn bi taybet li Îraq û Sûrîyê sûçbar kiribû.
Behram Qasim, peyvdarê wezareta derve ya Îranê ew daxuyanîyên Erdogan ret kirin û got: xala serekî ya sîyaseta derve ya Îranê xwecîhkirin û çêkirina emnahîyê li deverê bûye.
Qasim got jî: Erdogan baş rolê avaker yê Îranê di vegerandina emnahîyê li deverê bi giştî û Îraqê bi taybetî dizane, Îran yekemîn welatbû alîkarîya Îraqê di şerê dijî Daişê da kirîye û li ser piştevanîya xwe di şerê dijî terorê da berdewame.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.