Îranê bangawaziya “rastkirina helwestê” li DYAyê kir

Îranê bangawaziya “rastkirina helwestê” li DYAyê kir

WAAR_Duhok:

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî destnîşan kir ku helwesta Amerîkayiyan ya li Kendava Besreyê şaş e û daxwaz kir ku rêveberiya Washingtonê helwesta xwe biguherîne.

Rûhanî anî ziman ku daxistana rageşiyê li herêmê dê di berjewendiya hemî aliyan de be û wiha got, “Ez hêvîdarim Amerîkayî fêm bikin ku rêya li ber wan şaş e. Dê serkeftiyê van polîtîkayan çênebe û pêdivê helwesta xwe rast bikin.”

Serokomar Rûhanî bibîr xist ku Îran giringiyeke taybet dide teqwiyekirin û parastina Kendava Besreyê, Geliyê Hurmuzê û Deryaya Ummanê û tekezî li wê yekê kir parastina asayişê li herêmê, dê di berjewendiya hemî aliyan de be.

Babetên bi vê mijarêve girêday