Îran derîyên sinorî yên digel Helebce dike nêvdewletî

Îran derîyên sinorî yên digel Helebce dike nêvdewletî

WAAR_Duhok:

Komara Îslamîya Îranê biryar da 5 derîyên sinorî yên digel parêzgeha Helebce da bike derîyên nêvdewletî yên bazirganî û geştûguzarî.
Kawe Elî endamê civata Parêzgeha Helebce di beyaneka nivêskî de ragehand; Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî fermî razî bûye derîyên sinorî yên di navbera Parêzgeha Helebce û rojhelatê Kurdistanê da bike derîyên sinorî yên nêvdewletî jibo karên bazirganî û geştûguzarê.
Amaje jî da; Hejmara derîyên dikevin sinorê Parêzgeha Helebce 5 derî ne û îranê bi nivêsareka fermî li 10ê mehê biryara nêvdewletîkirina wan derîyan daye û ew biryar radestî cihên peywendîdar yên Îraqî û desteya derîyên sinorî tê kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday