Îran dê sibê ji sînora stoka uranyumê derbas bibe

Îran dê sibê ji sînora stoka uranyumê derbas bibe

WAAR_Duhok:

Îranê ragihand ku dê sibê ji sînorê stoka uranyumê ya 300 kîlogramî ya ku di çarçoveya peymana nukleerê da hatibû diyarkirin derbas bibe û lez bide miameleyên dewlemendkirina uranyumê.

Li gor nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê Berdevkê Saziya Vejenê ya Atomê ya Îranê Behruz Kemalwendî ragihand ku sibê piştî ku maweya ku dan aliyên Ewropayî yên peymana nukleerê temam bû dê mîqdara uranyuma dewlemendkirî zêde bikin.

Kemalwendî got ku “Maweya 10 rojî ya ku Saziya Vejenê ya Atomê di hilberîna uranyuma dewlemendkirî da derbasbûna sînorê 300 kîlogramê dabû sibe temam dibe.”

Kemalwendî got ku dê ji sibê pê va lez bidin miameleyên dewlemendkirina uranyumê û qal kir ku Îran pêngavên xwe di çarçoveya peymana nukleerê da diavêje.

Kemalwendî di daxuyaniya xwe ya 17ê hezîranê da diyar kiribû ku hêza welatên Ewropayê têrê nekir ku peymanê biparêzin û gotibû ku “Îran dê hê bêtir nesekine. Ji îro pê va piştî 10 rojî dê ji 300 kîlogramî zêdetir uranyuma dewlemendkirî çêke.”

Babetên bi vê mijarêve girêday