Hulusî Akar: Şaneyên nivistî hene belê devera operasyonê hatîye paqijkirin

Hulusî Akar: Şaneyên nivistî hene belê devera operasyonê hatîye paqijkirin

WAAR_Amed:

Wezîrê bergirîya Tirkîye ye Hulusî Akar li ser operasyona bi nawe Kanîya Aşîtîye ya li Rojava berdewam dike daxuyanî da.

Akar got operasyon berdewam dike û wiha berdewam kir: ”Şaneyên nivistî hene belê devera operasyone hatîye paqijkirin. Em nikarin bêjin rekeftinên di navbera Tirkîye û Amerîka û Tirkîye û Rûsya de hemû hatine cih belê em xebatên xwe berdewam dikin. Di herêmeka 145 kîlometre direj û 30 kîlometre firehî de ewlehî hatîye dirustkirin. Ji rojhilat û rojavayê deverên operasyone êrîş tên kirin jibo ve jî em Amerîkî û Rûsîyan re hevdîtinan dikin. Arteşa rûbrû rêxistina terorî DAIŞê re şer kirî arteşa me ye û li bakurê Sûrîye me ji 3 hezaran zedêtir endamên DAIŞê ji nav birine. 4 hezar û 300 kilometreye çargoşe û 600 cih heta rêya navnetewî ya M4 hatine kontrol kirin û xalên pişkinînê Şevê re hatine dirustkirin.

Di operasyonê de heta niha nêzî hezar û 200 endamên YPGê ji nav hatine birin. Herwiha di çarçova operasyonên Pençê de jî li herême heta niha 158 endamên PKKê ji nav hatine birin. Dibêjin operasyonê kengê dawî bê heta yek endamên rexistina terorî bimîne operasyon dê berdewam bike û weke tê îddîakirin me tu çekên kîmyevî kar ne anine û ev çek li envanterê arteşa Tirkîye de tunene.”

Babetên bi vê mijarêve girêday