HSDê êrîşa ser Baxozê destpêkir

HSDê êrîşa ser Baxozê destpêkir

WAAR_Duhok:

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyona xwe li dijî çekdarên DAIŞê li Baxozê destpê kir û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî pêgehên DAIŞê bi tundî bombebaran dike.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mustefa Balî  ragihand, moleta ku wan dabû çekdarên DAIŞê yên li Baxozê mane bidawî hat û êrîşa wan li dijî DAIŞê destpê kir.

Balî  tekez kir, di nava Baxozê de çekdarên DAIŞê yên biyanî mane û şer û pevçûn bi giranî diçe û firkoyekê Hevpeymaniya Navdewletî komgehên çekan ên DAIŞê bombebaran kir.

Çend roj in HSDê ji ber derxistina sivîl û malbatên DAIŞê ji Baxozê, molet dabû DAIŞê û operasyona xwe rawestandibû.

HSDê ji meha Îlona 2018an ve dest bi dawî operasyona li dijî DAIŞê kiriye û ji 9ê Sbata bûrî ve dawî baregeha wê li bajarokê Baxoz bi temamî xistiye dorpêçê û bi hişyarî operasyonê birêve dibe.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday