HSDê daxwaza danûstandinan ji Hikumeta Sûrîyê kir

HSDê daxwaza danûstandinan ji Hikumeta Sûrîyê kir

WAAR_Duhok:

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxwaz ji Şamê kir ku bi rêya gotûbêjên li gel wan, çareseriyekî guncaw ji bo rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bibîne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji bo çareserkirina pirsan bang li hikumeta Sûriyê kir û got: “Di vê civînê de em bang li hikumeta Sûriyê dikin ku bi nûnerên Rêveberiya Xweser û HSD re danûstandinan bikin. Em dibêjin ku çareseriya siyasî li ser bingeha îtrafa bi Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk û bi mafên rewa yên gelên Kurd ên li Sûriyê dibe.”

Babetên bi vê mijarêve girêday