HSD ta14 kîlometran xwe ji sinorê li gel Tirkiyê vedikêşe

HSD ta14 kîlometran xwe ji sinorê li gel Tirkiyê vedikêşe

WAAR_Duhok:

Şervanên HSDê berhevîyên vekêşanê ji rûberê 5 ta 14 kîlometran ji sinorê ligel tirkiya dikin.
Mistefa Balî berdevkê HSD bo ajansa Reuters got: Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhelatê Sûrîyê dest bi rakirina çeperên xwe yên axê kirîye û çekên giran jî ligel pişikeka şervanan li kemera sinorê ligel Tirkiyê hatîne vekêşan.
Got jî: HSD dê di navbera 5 ta 14 kîlometran ligo rêkeftina di navbera Tirkiyê û Amerîka da xwe ji kemera sinorî ya ligel Tirkiyê vekêşin.
Daxuyanyên peyvdarê HSDê di demekî dane, berîya çend rojan HSDê kongreyê xwe yê salane yê giştî kirbû û têda biryar dabû, şervan xwe ji kemera sinorî ya ligel Tirkiyê vekêşin û li şûna wan civatên serbazî bên pêkînan.

Babetên bi vê mijarêve girêday